Nihat Kavşut
27 Berfanbar 2017•Rojanekirin: 28 Berfanbar 2017
KERKÛK
Li Kerkûka Iraqê di êrİşa çekdarî da 2 serbazên îstixbaratê hatin kuştin.
Xettab Omerê Midûrê Polêsên Kerkûkê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û wiha got: "Li semta Şoravê ji wesaîtekê gule hatin berdan û di êrİşê da ji Midûriyeta Îstixbarata Kerkûkê 2 serbaz hatin kuştin."
Omer diyar kir êrİşkar bi wesayitê ji ciyê bûyerê revîn û wiha dewam kir: "Nasnameya êrişkaran nehatiye tesbîtkirin. Polêsan li herêmê lêkolîneke berfireh dane destpêkirin."
Artêşa Iraqê, polêsên federal û hêzên Heşda Şebiyê piştî ku di 16ê cotmehê da pêşmerge vekişiyan bêyî pevçûn Kerkûk kontrol kiribûn.