27 Berfanbar 2017•Rojanekirin: 28 Berfanbar 2017
TÛNIS
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan û El-Bacî Qaîd es-Sibsiyê Serokomarê Tûnisê piştî hevdîtina li Qesra Serokomariyê û di nav lijneyan da daxuyaniya çapemeniyê ya hevbeş dan.
Serokomar Erdogan balê kişand ser helwesta Tirkiye û Tûnisê ya ji bona Qudsê û wiha got: "Tirkiye û Tûnis bi hev ra û bi hêz wiha dibêjin: 'Quds xeta me ya sor e.' Ti hewldaneke dijî statuya dîrokî û qudsiyeta Qudsê nayê qebûlkirin."
Erdogan diyar kir di mijara Filistînê da helwesta dewletên endamên Yekîtiya Ewropayê girîng e û wiha peyivî: "Ji bo ku Filistîn bi destê hemû dinyayê wek dewlet were naskirin em ê bi hevra xebatan bimeşînin. Di vê mijarê da helwesta dewletên endamên Yekîtiya Ewropayê zehf girîng e."
Serokomar Erdogan destnîşan kir Tirkiye û Tûnis di gelek mijaran da wekî hev difikirin û axivî: "Di çarçoveya geşedanên herêmî da di serî da Quds di gelek mijarên rojeva navneteweyî da em (bi Tûnisê ra) wekî hev difikirin. Fikrên hevbeş wekî ku alayên me jî dişibin hev li vir jî yekîtiya me eşkere kir û derxist holê. Xuya ye 'yekala', yanê rewşeke wiha heye. Hêvî dikim ku ev jî şewqa rihê me be ku bide der."
Serokomar Erdogan diyar kir Qudsê wek paytext dibînin û wiha peyivî: "Quds ji bo me paytext e, Qudsa Rojhilat. Û me ev îlan kiriye. Em li pişt vê ne, alema îslamê jî li pişt vê ye. Em vê jibîr nekin, li Qudsa dagirkirî gelo niha mimkun e em vê bikin rewacê yan na? Niha Îsraîl xwe bi xwe lê dixe û dilîze. Hûn nikarin rabin tevî deh welatan dinyayê bikişînin bal xwe, ji xwe hûn nikarin jî."
Erdogan di têkoşîna dijî terorê da balê kişand ser hevkariya bi Tûnisê ra û wiha got: "Di têkoşîna dijî DEAŞê û têkoşînên din da dibê hêzên me yên ewlekariyê di vê mijarê da îstixbaratê bi hev ra pare bikin. Di saya vê parvekirina agahiyan da me hetanî îro bi hezaran terorîst yan şande welatên wan yan jî avête girtîgehê. "
Serokomar Erdogan der barê Esed da wiha got: "Li Sûriyeyê ne mimkun e ku em bi Esed ra bimeşin. Çima? Çimkî nêzî milyonek welatiyên xwe kuştine. Hûnê bi serokekî wiha ra çawa pêşeroja xwe bibînin? Gelê Sûriyeyê ka wê bixwaze serokekî wiha li ser xwe bibîne? Çimkî Esed, ez eşkere bibêjim, terorîstekî ku terora dewletê bi serê gelê xwe da anîye."
Erdogan di xeberdana xwe da wiha got: "Bakurê Sûriyeyê bi temamî bûye korîdoreke terorê û teslîm kirin. Niha hêzên koalîsyonê çima li wê derê ne? Rûsya çima li wê derê ye? Em çima li wê derê ne? Hemû sedem ew e ku li Sûriyeyê tu hizûr nîne û bi Esed ra jî tu hizûr nayê wê derê."