KERKUK
Li Kerkuka bajarê Iraqê di êrîşa bibombeyî de hat ragihandin ku 6 kes mirin û 15 kes jî birîndar bûn. Li gor agahiyên ku nûçegihanê AAyê berhev kir, li devera Dîbîsê ser cihê polêsan êrîşa bibombeyî hat kirin. Di êrîşa ku bi wesaîtên bombebarkirî ve hat kirin de 6 kes mirin û 15 kes jî birîndar bûn.
Êrişî parêzkarên Ûsame Nûceyfî kirin
Li Tûzhûrmatû û Tavûka navçeyên Kerkukê mayinên ku berê di keviya rê de hatibûn bi cih kirin, di dema ku konvoya parêzkarên Serokê Meclîsa Iraqê Ûsame el-Nûceyfî derbas dibûn de hat teqandin. Ji ber teqînê tu tişt bi tu kesî nebû lê wesaîtan zirar dît.