DUHOK
Di navbera sînorê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) û Sûriyeyê de ji bo ku pêşî li derbasbûnên derqanûnî bê girtin xendek tên kolandin. Ekîba AAyê jî çû cihê ku kolandin lê dewam dike û dîmen û wêneyên xendekan kişand.
Kolana çalan a li HKIyê gihîşte gundê Alokaya Duhokê û her wiha hat gotin ku 15 kîlomêtre maye ku kolana çalan biqede. Makîneyên kar çalên 3 mêtre kûr û 2 mêtre jî fireh vedikin. Mihafizên Sînorê Iraqê û hêzên Pêşmerge, herêma ku kolan lê didome diparêzin.
Fermandarê Pêşmergeyan Serdar Mihemmed Hesenê ku kordîneya ewlekariya herêmê dike daxuyanî da nûçegihanê AAyê wiha got: "Hikûmeta Iraqê biryar da ku di navbera sînorê Iraq û Sûriyeyê de çalan bikole. Dirêjahiya sînor 605 kîlomêtre ye û heta niha 590 kîlomêtre çal hatine vekirin. 15 kîlomêtre maye ku kuta bibe."
Hesen got ku ev çal Dîwarê Berlînê an jî Sedda Çînê nîne û dema ku asayîş hat temînkirin, tijekirina van çalan hêsan e û wiha pê de çû: "Ev çal wekî ku hin kes îdia dikin, riya çûn û hatina penaberên Sûriyeyî nagire, lewra ji bo çûn û hatina gelê sivîl Deriyê Sînor ê Pêşxabûrê vekiriye."
- "Ji bo rêxistina çalakiyên terorê tên Iraqê"
Hesen îdia kir ku ji ber nebûna ewlekariyê gelekî endamên rêxistinên terorê bi hêsanî derbasî axa Iraqê dibin û wan tenê di vê meha dawî de 905 qaçax girtin.
Hesen wiha dewam kir: "Dema ku me îfadeya van kesan girt me dît ku ev kes ji bo rêxistina êrîşên tundî derbasî Iraqê bûn. Di nav wan de kesên ku qaçaxtiya çekan dikin jî hene. Me gelek moşekavêj, tivinga otomatîk, çekên sûîqestê, teqemenî û muhîmat bi dest xistin."
- "Em bi xeta ewlekariyê ve alîkariya PYDyê dikin"
Hesen bi bîr xist ku çend roj berê komekê kolana çalan protesto kir û xwest ku makîneyên kar bişewitînin û li ser vê jî rageşî derketibû. Hesen wiha axivî:
"Em girêdayî Wezareta Pêşmergeyên Kurdistanê ne. Em girêdayî tu partiyan nînin. Helwesta me temîna ewlekariya herdu aliyê sînor e. Lê her çawa dibe ku ev şaş tê fêmkirin. Hat îdia kirin ku me koma ku ji aliyê Sûriyeyê ve kolandina çalan protesto kir da ber guleyan. Tiştekî wiha tuneye, ev derew e. Wan xwest ku makîneyên kar bişewitînin û di ser de jî gule berdan me. Protesto ji bo ragihandina peyamekî tê kirin ne ji bo şewitandina makîneyan û gulebarana li ser leşkeran e. Di rastiyê de bi vê xeta ewlekariyê em alîkariya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) dikin. Me hêvî dikir ku şûna êrîşê me pîroz bikin."