Türkan Tosun
08 Tîrmeh 2018•Rojanekirin: 09 Tîrmeh 2018
MONTREAL
Li Quebeca eyaleta Kanadayê ji 29ê Hezîranê vir va hewa pir germ e û ji ber germê 54 kes mirin.
Dîrektora Tenduristiya Gel a Montrealê Dr. Mylene Drouînê got li eyaleta Quebecê ji 29ê Hezîranê vir va hewa pir germ e, ji ber germê hejmara miriyan 54î derbas bû.
Drouînê got li Montrealê 33 kes, li bajarên der û dor jî 21 kes ji ber germê mirin.
Dr. Drouînê got kesên ku mirine jê ji sedî 60 kal û pîrên bi tena serê xwe dijiyan û li malên wan klîma tunebûn pêk tên.
Xizmetên Meteorolojiyê ya Kanadayê daxuyand li eyaleta Quebecê di nav du rojan de germahiya hewayê wê kêm bibe û wê li gor demsalê dewam bike.