Ahmet Furkan Mercan
23 Berfanbar 2022•Rojanekirin: 23 Berfanbar 2022
Li gor NHKya têlevizyona dewletê ya Japonyayê ji dawiya hefteyê vir va berfa li eyaletên bakur û rojava dibare ser jiyana rojane tesîr dike.
Di daxuyaniya Ajansa Îdareya Afat û Agir (Shobocho) da hat gotin ku ji ber berfa li seranserê welêt bi tesîr bû qeza û afat qewimîn. Hat gotin ku di wan qeza û afatan da heta niha 8 kes mirin û 45 kes jî birîndar bûn.
Ji ber berfê ceyran jî car caran çûn û di seferên trêna bilez da jî kêmasî çêbûn.
Li ser rêyan bi qasî 30 kîlomêtroyî trafîk çêbû.
Ji welatiyan hat xwestin ku li deverên berf lê zêde ye heta mecbûrî nemînin bila kes dernekeve derva.