Türkan Tosun
08 Îlon 2020•Rojanekirin: 08 Îlon 2020
Di bagera Haîşenê ya ku li herêma Kyuşuyê ya Japonyayê da 2 kes mirin, ji 100î zêdetir kes jî birîndar bûn.
Li gor nûçeya ajansa Kyodoyê, li eyaletên Kagoşima û Sagayê 2 kes mirin, li tevahiya herêmê jî ji 100î zêdetir kes jî birîndar bûn.
Li herêma Kyuşuyê bang hatibû kirin ku 8 milyon kes bên texliyekirin, gelê herêmê li otelan û navendên texliyeyê bendê man ku bager bisekine.
Xetên telefonan, ceyranê û înternetê zirar dîtin, dikanan kepengên xwe girtin. 475 hezar avahî qasî demekê bêceyran man.
Ajansa Meteorolojiyê ya Japonyayê daxuyand bager ber bi nîvgirava Koreyê diçe, vê hefteyê baraneke gur, ba û pêlên behrê wê çêbibin ku divê welatî baldar û hişyar bin.
Hat daxuyandin piştî rewşa derasayî seferên balafiran, trenan jî wê dîsa wek berê bên kirin.