Muhammet Kurşun
12 Gulan 2018•Rojanekirin: 13 Gulan 2018
HEWLÊR
Li Iraqê pêvajoya dengdanê li temamê welat qediya û ray tên jimartin.
Li seranserê Iraqê di bin tevdîrên berfireh ên ewlehiyê de pêvajoya dengdanê birêve çû.
Proseya dengdanê seet 07.00an dest pê kir û seet 18.00an bidawî hat.
Li gor encamên rêjeya beşdariyê derket holê ku li bajarên Kurdan beşdarî li gor başûrê Iraqê zêdetir e.
Li Silêmaniyê partiyên ji derveyî YNKê, îdîa dikin ku di sîstema elektronîk de problem heye û loma jî 4 partî civiyan.