İdris Okuducu
12 Gulan 2018•Rojanekirin: 13 Gulan 2018
SILÊMANÎ
Li Silêmaniyê 4 partiyên mezin îdîa dikin ku sîstema elektronîk hatiye hackkirin û di hilbijartinê de dizî bûye.
Partiya Berhem Salih Hevpeymana Edalet û Demokrasiyê, Yekgirtû, Komele û Goran ji bo nirxandina rewşê lezgîn civiyan.
Hemû partiyên ji derveyî YNKê daxuyanî belav kirin û radihandin ku di sîstema dengdanê de destkarî hatiye kirin û gelekî xeter e rewş.
Ji dengdêran daxwaz hat kirin ku li dengê xwe xwedî derkevin.