Önder Beyter
13 Gulan 2018•Rojanekirin: 14 Gulan 2018
HEWLÊR
Serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê Nêçîrvan Barzanî bang kir ku rageşiya ku bi îdiayên li Silêmaniyê di hilbijartina giştî da bêusûlî hat kirin va dest pê kir, bi dawî bibe.
Di bangewaziya aramiyê ya ji ofîsa Barzanî da wiha hat gotin:
"Em pir bifikar in ku îstiqrara ewlekariya Silêmaniyê bûye hedef. Ji ber vê yekê jî divê êrîşên biçek ên dijî avahiyên partiyên siyasî bilez bên rawestandin û herwiha hêzên ewlekariyê jî divê peywira xwe bi cih bînin û avahiyên hemû partiyan divê biparêzin."
Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin, aliyên ku gumana wan heye ku di hilbijartina giştî ya Iraqê da bêusûlî hatiye kirin, dikarin bi rêbazên qanûnî serî li Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinên Iraqê bidin.
Li Herêma Kurdistanê li parêzgeha Silêmaniyê ji xeynî Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) partiyên Tevgera Goran, Demokrat a Kurdistanê, Yekîtiya Îslamî ya Kurdistanê û Komeleya Îslamî îdia dikin ku di hilbijartina ku bi awayekî elektronîkî hat kirin da bêusûlî hat kirin.
Li bajarê Silêmaniyê Tevgera Goranê îdia kiribû ku di hilbijartinê da bêusûlî hat kirin û li ser vê yekê jî rageşî gur bûbû. Dû ra bi çekên giran li dijî Navenda Giştî ya Tevgera Goranê êrîş pêk hatibû.