Sevim Hatun
13 Hezîran 2017•Rojanekirin: 13 Hezîran 2017
HEWLÊR
Hat ragihandin ku li Mûsila bajarê Iraqê hejmara penaberên ku ji ber xwarina fitarê bi jehrê ketin gihîşte 825an.
Newzad Hadiyê Waliyê Hewlêrê di civîna çapemeniyê da got, "Li Hesen Şam, Hazir û U2ya konbajarên li rojhilatê Mûsilê ji ber xwarina ku do êvarê hat dayîn hin penaber bi jehrê ketin. Saziyeke xwedîxêr bibû sponsorê fitara do û xwarin ji restoranteke li Hewlêrê hatibû şandin.
Hadî got çaxa ku haya wan pê ket penaber bi jehrê ketine 42 ambûlans şandine konbajaran û wiha got: "Li gor agahiyên ku hatin destê me ji do êvarê vir da 825 penaber li nexweşxaneyên li Hewlêrê ji ber jehrîketinê tên demandkirin."
Hadî diyar kir ku piraniya nexweşan ji jin û zarokan pêk tê, der barê restorana li Hewlêrê ya ku xwarin lê hat çêkirin da lêpirsîn dane destpêkirin.
Hatibû diyarkirin ku li Hesen Şam, Hazir û U2ya konbajarên li rojhilatê Mûsilê piştî xwarina fitarê ya do êvarê 2 kes mirin û 800 kes jî jehrê ketin.