Fatih Gazioğlu
12 Gulan 2018•Rojanekirin: 13 Gulan 2018
BUJUMBURA
Li Burundiyê di êrîşa terorê ya dijî sivîlan hat kirin de 26 kes hatin kuştin.
Wezîrê Ewlehiya Kamûyê yê Burundiyê Alain Guîllaume Bunyonî daxuyaniyek da nûçegihanan û got ku êrîş li wilayeta Cîbîtokê hat kirin. Bunyonî got di êrîşê de 24 kes li malên xwe û 2 kes jî li nexweşxeneyê mirin.
Ji welatiyan yekê daxuyaniyek da ajansa APyê got ku êrîşkaran li herêmê bi çekan ewil êrîş li malan kirin. Welatiyê ku nexwest navê xwe bide got êrîşkaran hin kes bi kêrên pala va û hin kes jî di encama şewitandinê kuştine. Welatî diyar kir di êrîşê de jina wî û 2 zarokên wê jî hatine kuştin.
Li Burundiyê 17yê gulanê bona dirêjkirina serokê dewletê wê referandûm wê bê kirin.