Haydar Şahin
12 Gulan 2018•Rojanekirin: 13 Gulan 2018
IDLIB
Ji Humsa Bakur a di dorpêça rejima Esed da texliyeyên mecbûrî dewam dikin.
Qefleya 3yan a ji ber êrîş û dorpêçê ji herêmê derketibû rê gihîşte Idlibê û rojavayê Helebê.
Li gor agahiyên ku nûçegihanên AAyê yên li Idlibê dan, qefleya texliyeyê ya 3yan a 3 hezar û 500 kes tê dabûn û ji bakurê Humsê ya dorpêçkirî derketibû rê bi şev gihîşte Helka Maîkê ya gundê Hemayê.

Kesên di qefleyê da paşê birin Îdlib û rojavayê Helebê û li wê derê di mizgeft, sitargeh û xwendingehan da hatin bicîkirin. Bi vê konvoya dawîn va hejmara kesên ji Humsê hatin texliyekirin ji 9 hezarî derbas kir.
- Rewşa texliyeyên ji Humsê
Di encama mizakereyên ku mixalifan bi navbeykariya Rûsyayê va bi rejimê ra meşandin da hefteya borî texliyeyên mecbûrî ji Humsê dest pê kiribûn.
Bakurê Humsê ya di kontrola mixalifan da ev 5 sal e di dorpêçê da ye. Li herêmê di navbera 200 û 250 hezarî da kes dijîn.