Abdullah Tel
14 Nîsan 2018•Rojanekirin: 14 Nîsan 2018
KERKÛK
Li Iraqê hilbijartinên giştî wê di 12 gulanê da bên kirin û bişev jî heyama propagandayê dest pê kir.
Li navenda bajarê Kerkûkê wêne û posterên namzedên parlementeriyê û endamên partiyên siyasî bi bîlboardan va hatin zeliqandin.
Namzeda parlementeriyê ya Eniya Tirkmenên Iraqê Melahat Kasapê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got: "Bi taybetî ji roja ku kontrola bajêr ket destê hikûmeta Bexdayê vir va bêhna Kerkûkiyan derket û ewê bi dengekî bilind beşdarî hilbijartinê bibin."
Kasapê bal kişand ser girîngiya nûnertiya jinan a di meclisê da û ragihand ku ew dixwazin di parlementoyê da hejmara nûnerên jin ên Tirkmen zêde be û wiha pê da çû: "Jin di meclisan da wezîfeyên xwe çêtir dikin."
Li Kerkûkê ji bo parlementoya Iraqê 13 parlemener tên hilbijartin û Tirkmen dixwazin ku nêvî ji wan bin.