Önder Beyter
12 Sibat 2018•Rojanekirin: 13 Sibat 2018
BEXDA
Serokê Meclisa Iraqê Selîm el-Cubûrî diyar kir ku budceya 2018an ku hikûmetê şand meclisê, lêbelê li ser wê lihevkirin pêk nehat, berevajiyê madeyên destûrê ye.
Cubûrî di civîna çapemeniyê ya li avahiya meclisê da diyar kir, ji bo ku budce derbas bibe, divê hikûmet îtiraz û guhertina ku tê daxwazkirin, binirxîne.
Cubûrî da bibîrxistin ku komên Kurdî îtirazî wê yekê dikin ku pişka budceya Herêma Kurdistanê hat kêmkirin û wiha got, "Ligel vê, parlementerên parêzgehên wekî Kerkûk û Besra ku li van deran petrol tê derxistin, jî îtiraz dikin ku miqdarê pişka budceya van parêzgehan bê zêdekirin."
Cubûrî herwiha bal kişand ku wekilên Kurd ji hikûmetê taleb dikin ku dahata cotkarên ji Herêma Kurdistanê bê dayîn û wiha got:
"Hikûmetê evqas daxwaziyên ji hev cuda li ber çavan negirt û heman pêşnûma cardin şand meclisê. Ji bo ku budce derbas bibe hikûmet divê guhertinên ku tê daxwazkirin, bîne cih."