Li Iraqê jimartina bi dest a rayên hilbijartinê temam bû
Hat ragihandin encama jimartina bi dest û ya pergala ji ser elektronîk hatibû kirin, wek hev derket.
Baghdad
Komîseriya Hilbijartina Bilind a Iraqê ragihand bi dest jimartina rayên sandoqên hilbijartinê ku lê îtiraz hatibûn kirin, temam bûn.
Komîseriyê der barê rayên di sandoqên lê îtiraz hatibûn kirin da daxuyanî da û ragihand ku bi dest jimartina wan temam bû.
Di daxuyaniyê da hat gotin ku hemû sandoqên bi îtiraz cihêkirin û rayên di wan da yek bi yek û bi dest hatin jimartin. Hat gotin ku encama ji ser pergala elektronîk û encama jimartina bi dest hema bêje ji sedî 100 wek hev derket.
Li Iraqê di 10ê Cotmehê da hilbijartina giştî ya berwext hat kirin û gorî encamên ne teqez Koalîsyona Fetîhê ya nêzî Îranê ku hejmara parlementerên wê ji 48an daket 16an û Heşdî Şabî û hêzên siyasî yên nêzî wan ji bo sandoqên li hin bajaran îtiraz kirin û xwestin ku bila rayên di wan sansoqan da bi dest bên jimartin.
Li ser îtiraza wan Komîseriya Hilbijartina Bilind a Iraqê jî biryar da ku bila rayên li hin bajaran ji nû va bên jimartin.