Dinya

608 koçberên Iraqî yên din ên li ser sînorê Belarûs-Polonyayê vegeriyan welatê xwe

Ekrem Biçeroğlu  | 26.11.2021 - Rojanekırın : 27.11.2021
608 koçberên Iraqî yên din ên li ser sînorê Belarûs-Polonyayê vegeriyan welatê xwe

Iraq

 Hat ragihandin, 608 Iraqiyên din jî vegeriyan welatên xwe ku dixwestin biçin Ewropayê lêbelê li ser sînorê Belarûs-Polonyayê mehsûr man.

Ebas Umranê midûrê şirketa veguhestinê ya girêdayî Wezareta Veguhestina Iraqê, di daxuyaniya xwe ya nivîskî da diyar kir, ji bo vegerandina Iraqiyên navborî, du balafir hatin terxankirin.

Umran destnîşan kir, bi du balafirên Rêhewayên Iraqê va 608 koçberên din jî hatin vegerandin û ev koçberên navborî ji Balafirgeha Mînskê hildan û birin balafirgehên li Hewlêr û Bexdayê.

Rêveberiya Bexdayê di 18ê Mijdarê da ragihandibû, 430 welatiyên wan ên li ser sînorê Belarûs-Polonyayê mehsûrmayî hatin vegerandin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.