Abdullah Tel
12 Gulan 2018•Rojanekirin: 13 Gulan 2018
BEXDA
Li Iraqê ji bo hilbijartina giştî dengdanê dest pê kir.
Navendên hilbijartinê yên ku li paytext Bexda, bajarên din ên welêt û li bajarên Rêveberiya Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) hatibûn danîn serê sibehê zû deriyên xwe ji hilbijêran ra vekirin.

Komîseriya Hilbijartina Bilind a Serbixwe ya Iraqê ragihand ku dengdana ku serê sibehê di saet 07.00an da dest pê kir wê heta 19.00an dewam bike.
Welatiyên Iraqî yên ku diçin ser sindoqê bi rêça tiliyê û pergala elektronîkê ray didin.
Li Iraqa ku nifûsa wê ji 37 milyon kesî pêk tê bi qasî 24 milyon hilbijêr hene.