İbrahim Atmaca
20 Tebax 2019•Rojanekirin: 21 Tebax 2019
Li Herêma Îdarî ya Taybet a Hong Konga Çînê sê meh in dijî pêşnûmaya îadekirina sûcdaran protesto dewam dikin. Li ser protestoyan Serrêvebira Hong Kongê Carrie Lamê got ku "platforma diyalogê" wê were avakirin.
Lamê civîna çapemeniyê li dar xist û got ku ew ê guh bidin gel bê ka ji wan ra çi dibêjin.
Lamê got ku ew dixwaze platforma diyalogê ava bike û wiha dewam kir, "Ez ji dil û can hêvî dikim ku bi girseyên civatê yên cuda ra diyalogê daynim."
Lamê destnîşan kir, ew hêvî dike ku xwepêşandana roja yekşemê ji bo ku civak vegere aştiyê û ji şîdetê dûr bikeve, bibe destpêk.
Koma Eniya Mafên Mirovan a Sivîl ku dawiya hefteyê protesto organîze kir jî seba mijara "diyalog"ê got ku Lamê guh neda hemû daxwazên xwepêşandêran, ji ber vê yekê jî ew bi Lamê bawer nînin.
Li Hong Kongê şemiyê sisê, yekşemê jî li Parka Victoriayê xwepêşandaneke mezin hatibû kirin.
Eniya Mafên Mirovan a Sivîl gotibû milyonek û 7 hezar kes, polêsê Hong Kongê jî gotibû 130 hezar kes beşdarî xwepêşandanê bûn.
- Pêşnûmaya îadekirina Çînê
Li gor pêşnûmayê kesên ku li Hong Kongê ceza bixwin an jî werin sûcdarkirin wê îadekirina wan a Çîn, Herêma Îdareya Taybet a Makaoyê û Taywanê hêsan dibe. Pêşnûma di 3yê nîsanê da pêşkêşî parlamentoyê kiribûn.
Gelê Hong Kongê jî dijî vê pêşnûmayê ne û naxwazin ev qanûn derkeve.