Dinya

"Şerê bi Îranê ra wê ji bona Amerîka û mutefîqên wê dijwar be"

Elî Şemxaniyê Sekreterê Giştî yê Konseya Bilind ya Ewlehiya Neteweyî ya Îranê destnîşan kir di îhtimala şer da Tehran tevî "şerê wekaletê" xwediyê gelek amûran e û got ku wê şer ji bona Amerîka û mutefîqên wê yên li herêmê "dijwar" be.

Nihat Kavşut  | 20.08.2019 - Rojanekırın : 21.08.2019
"Şerê bi Îranê ra wê ji bona Amerîka û mutefîqên wê dijwar be"

Ankara

Elî Şemxaniyê Sekreterê Giştî yê Konseya Bilind ya Ewlehiya Neteweyî ya Îranê destnîşan kir di îhtimala şer da Tehran tevî "şerê wekaletê" xwediyê gelek amûran e û got ku wê şer ji bona Amerîka û mutefîqên wê yên li herêmê "dijwar" be.

Şemxanî daxuyanî da televizyona NBC Newsê ya Amerîkayê û diyar kir Amerîka li herêmê "sedema rageşiyê" ye û "êrîşkar" e û got ku armanca rêvebiriya Washingtonê bi polîtîkaya zexta kêm mizakere nîne, dixwaze Îranê teslîm hilde.

Elî Şemxanî got ku heta Amerîka polîtîkaya zextê bimeşîne wê Îran li ser maseya mizakereyê rûnene.

Şemxanî li ser pirsa Îran dixwaze Îsraîlê ji holê rake yan na û diyar kir niyeteke Tehranê ya wiha tuneye û got ku wê aqûbeta Îsraîlê gelê Filistînê eşkere bike.

Elî Şemxanî destnîşan kir îhtimala ku ji ber rageşiya di navbera Îran û Amerîkayê da şer derkeve tuneye û wiha got: "Di îhtimala şer da Tehran tevî şerê wekaletê xwediyê gelek amûran e û wê şer ji bona Amerîka û mutefîqên wê yên li herêmê dijwar be."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.