Li Hindistan, Çîn û Koreya Başûr geşedanên der barê Kovîd-19ê da
Li welêt di 24 saetên dawîn da 31 hezar û 563 pêketiyên Kovîd-19ê yên nû hatin tesbîtkirin û hejmara pêketiyan derkete 9 milyon û 463 hezar û 254 kesan, heta niha 8 milyon û 889 hezar û 585 kes jî baş bûn.
Ankara
Li Hindistana ku herî zêde di tesîra vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) da ma, hejmara pêketî û miriyan di hefteyên dawîn da zêde neguherî, li Koreya Başûr rojane hejmara pêketiyan dora 300-400î da ye, li Çînê jî nexweşî bi kontrol dewam dike.
Li gorî daneyên Wezareta Tenduristiya Hindistanê, li welêt 482 kesên din jî ji ber Kovîd-19ê mirin û hejmara miriyan derket 137 hezar û 621ê.
Li welêt di 24 saetên dawîn da 31 hezar û 563 pêketiyên Kovîd-19ê yên nû hatin tesbîtkirin û hejmara pêketiyan derkete 9 milyon û 463 hezar û 254 kesan, heta niha 8 milyon û 889 hezar û 585 kes jî baş bûn.
Li gorî malpera "Worldometer" ku daneyên li ser Kovîd-19ê berhev dike, Hindistan ji hêla hejmara pêketiyan va li dinyayê di rêza 2yemîn da ji hêla miriyan va jî di rêza 3yemîn da cî digre.
- Koreya Başûr
Li gorî daxuyaniya Navenda Kontrol û Pêşîgirtina Nexweşiyan a Koreya Başûr, li welêt di rojekê da 451 pêketiyên nû yên Kovîd-19ê hatin tesbîtkirin.
Li welêt hejmara giştî ya pêketiyan derket 34 hezar û 652yan,
Di 24 satên dawîn da tu kes ji ber Kovîd-19ê nemir û hejmara kesên ku heta niha ji ber vîrusê mirin derket 526an.
Li Koreya Başûr 27 hezar û 885 kes jî ji vîrusê filitîn, baş bûn.
- Çîn
Di daxuyaniya Komîsyona Tenduristiya Neteweyî ya Çînê da hat destnîşankirin ku li Çînê di 24 saetên dawîn da di 8 ji derva tevahî 12 pêketiyên Kovîd-19ê hatin tesbîtkirin.
Li welêt di 24 saetên dawîn da tu kes ji ber Kovîd-19ê nemir û hejmara pêketiyan jî derket 86 hezar û 542yan.
Li Çînê heta niha 4 hezar û 634 kes ji ber vîrusê mirin û 81 hezar û 681 kes jî baş bûn.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.