Haydar Şahin
18 Nîsan 2018•Rojanekirin: 19 Nîsan 2018
HEWLÊR
Li Hewlêra bajarê Rêveberiya Herêma Kurdistana Iraqê Turnuvaya Kişikê ya Navneteweyî ya 10an hat lidarxistin.
Dilzar Heme Salihê Serokê Xanzada Kuluba Kişikê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku 60 pêşbazên emrê wan cuda yên ji Îran, Sûriye û Iraqê beşdarî Turnuvaya Kişikê ya Navneteweyî ya 10an bûn.
Salih got xêncî hakemên ji Iraqê hakemên ji Îranê jî di turnuvayê da wezîfe kirin.
Salih got li Iraqa ku her tim bi terorê tê bibîranîn dixebitin ku milet kişikê bilîze û lîstikvanên teze derkevin holê û wiha pê da çû: "Armanca me ew e ku kişikbazên li Iraq û herêmê yên serkeftî li hemberî hev bilîzin, tecrubeya wan derkeve asta bilind."
Huseyn Elî Huseynê ku berê di turnuvaya li Bexdayê da xelat hildabû diyar kir ku ji 10 saliya xwe vir da kişikê dilîze.
Huseyn wiha axivî: "Ev 40 sal e ez kişikê dilîzim. Li Iraqê û welatên Ereban beşdarî turnuvayan bûm û min gelek caran xelat girt. Bi lîstina kişikê kêfxweş dibim."
Semîr Enwer Mihemed jî got ku min di zanîngehê da firsend dît û dest bi kişikê kir, kişik kêrî zêhna endazyaran tê, di demeke kin da hînî gelek stratejiyan bûm û nika ji berê zûtir biryarên xwe didim.
Mihemed axaftina xwe wiha domand:
"Kêfa min bi kişikê ra tê ji ber vê ez beşdarî turnuvayên li Îranê jî dibûm. Nika li Iraqê jî turnuva tên lidarxistin. Dema firsendê bibînim kişik dilîzim û ji stresê xilas dibim. Hetanî nika min di turnuvayan da xelatek nesitand lêbelê ji astên girîng derbas bûm. Hêviya min ew e ku vê carê xelatê bistînim."
Tunuvaya ku di 9 gavan da tê temamkirin îro li Hewlêrê dest pê kir û ew ê hetanî 22yê nîsanê dewam bike.