Bekir Aydoğan
18 Cotmeh 2021•Rojanekirin: 19 Cotmeh 2021
Li Hewlêra bajarê Iraqê Qendîla Mewlûdê ku roja jidayikbûna Hezretî Muhammed e, hat îdraqkirin.
Bi sedan kes ji bo pîrozkirina Qendîla Mewlûdê li Keleha Hewlêrê ya dîrokî û pêşiya sûkê civiyan.
Di dema pîrozbahiyê da şêniyên bajêr di destê wan da flamayên ku navê Hezretî Muhammed li ser e bi xwe ra gerandin û îlahî gotin.
Li Hewlêrê gelek esnafan jî wekî her sal şêranî û vexwarin bela kirin.
Li Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) ji bo wesîleya Qendîla Mewlûdê îro wek betlaneya fermî hat îlankirin.