Nihat Kavşut
27 Berfanbar 2017•Rojanekirin: 27 Berfanbar 2017
ERZURUM
Li Herêma Rojhilatê Anadoluyê bi şev hewaya herî sar di bin sifirê da bi 13 pileyê li Erdêxanê hat pîvandin.
Li gor daxuyaniya Midûriyeta Herêma 12emîn ya Meteorolojiyê tê texmînkirin li tevahiya herêmê hewa ewravî û caran caran jî kêmewravî be.
Li gor agahiyan tê texmînkirin li herêmê germahiya hewayê li gor demsalê zêde be.
Li herêmê hewaya herî sar di bin sifirê da li Erdêxanê 13, li Qersê 10, li Erzirom û Agiriyê 8, li Erzinganê 5, li Tunceliyê 3 û li Îdirê pileyek hat pîvandin.
Tê texmînkirin hewaya herî germ li Îdirê 10, li Tunceliyê 9, li Erzinganê 7, li Agiriyê 5, li Erzirom û Qersê 4 û li Erdêxanê 2 pile be.
Wek mayîn ji bo serma û seqemê û mij û moranê hişyarî dan welatiyan.