Fatih Gazioğlu
27 Berfanbar 2017•Rojanekirin: 27 Berfanbar 2017
ENCEMÎNE
Berdevkê Serokomariyê Îbrahîm Kalin got: "Em li aliyê hikûmeta Tûnisê ya meşrû disekinin. Em ê bi wan re ji bo pêşerojê her dem têkiliyên xwe bidomînin."
Berdevkê Serokomariyê Îbrahîm Kalin der barê têkiliyên Tûnis û Tirkiyeyê û ziyareta Serokomar Erdogan da daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê.
Kalin got ev ziyareta seyemîn e ku Serokomar Erdogan bo Tûnisê dike. Kalin diyar kir ku di vê ziyaretê de mijarên aborî, tûrîzm, çandinî, sanayiya parastinê û enerjiyê wê bên rojevê û wiha axivî:
"Ji bo me îstiqrara Tûnisê ya siyasî gelekî giring e. Salê tê wê hilbijartinê bikin. Di vê pevajoyê de em li aliyê hikûmeta Tûnisê ya meşrû disekinin. Em ê bi wan re ji bo pêşerojê her dem têkiliyên xwe bidomînin."