Abdullah Tel
2017 ж. 27 желтоқсан•Rojanekirin: 2017 ж. 28 желтоқсан
FRANKFURT
Li Almanyayê digel kêmbûna faîzê û pergala fînansmanê kirîna xaniyan ji ber bihabûna zêde, zehmet e. Lewra li seranserê welêt bihayê xaniyan her ku diçe giran dibe û sîmsarên vî karî jî pareke zêde dixwazin û ev yek ji bo kesên dixwazin xanî bikirin dibe pirsgirêkeke nû.
Bankeya Navendî ya Ewropayê piştî ku pergalên wek kêmfaîz û berfirehbûna pere li welatên Herêma Ewroyê sepand û bi taybetî jî tesîra rêjeya kêmfaîzê di rojeva sektora emlakê ya Almanyayê da gelekî deng vedabû.
Di encama lêkolîn û îstatîstikên hatin weşandin da derket holê ku li Almanyaya ji bo Ewropayê welatê pêşeng e kirîna xaniyan her ku diçe zehmetir dibe.
Li welêt bihayê xanî û dikanan di çaryeka sêyemîn a îsal da jî zêde bû.
Li gor daneyên Endeksa Bihayê Emlaka VDPê ya Almanyayê di çaryeka sêyemîn a îsal da jî li gor heman heyama sala 2016an ji sedî 7,7 zêde bû. Ji sala 2006an vir va zêdebûna rêjeyê di çaryeka navbera heyama temûz-îlona îsal da pêk hat.
Rapora Bankeya Navendî ya Almanyayê (Bundesbank) ya ku meha borî weşand wek referans hat hildan û hat gotin ku li gor hesabên sala 2016an li bajar û bajarokan bihayê xanî û dikanan di navbera ji sedî 15 û 30yî da zêde bûne.
Li gor lêkolîna Enstîtuya Aboriya Alman (IW) a navend Koln e ji ber kêmbûna rêjeya faîz li welêt kirîna xanîkî ji kirêkirinê bikartir e lê pereyên li sîmsariyê diçe ji bo vê yekê astengiyeke mezin e.
Li paytext Berlînê sîmsar ji bo xaniyekî ku bihayê wî 200 hezar ewro ye bi qasî 14 hezar ewro kara xwe dixwazin û li bajêr ji sedî 80yê xaniyan bi destê sîmsaran tên firotin.