Polîtîka

Serokomarê Almanyayê Steinmeier gihîşt Stenbolê

Muhammet Tarhan  | 22.04.2024 - Rojanekırın : 22.04.2024
Serokomarê Almanyayê Steinmeier gihîşt Stenbolê

Istanbul

 Serokomarê Almanyayê Frank-Walter Steinmeier ji bo ziyareta xwe ya Tirkiyeyê ya 3 rojan gihîşt Stenbolê.

Balafira Steinmeier û heyeta pê ra anî Stenbolê, di saet 11.58an da danî Balafirgeha Stenbolê.

Waliyê Stenbolê Davut Gul, Balyozê Almanyayê yê li Enqereyê Jurgen Schulz, Balyozê Tirkiyeyê yê li Berlînê Ahmet Başar Şen û peywirdarên din, Serokomarê Almanyayê Steinmeier li Balafirgeha Stenbolê pêşwazî kirin.

Steinmeier dê di vê ziyareta xwe da ya bi masebeta 100emîn salvegera destpêbûna peywendiyên dîplomatîk ên herdu welatan tê kirin, dê Stenbol, Entab û Enqereyê ziyaret bike.

Tê plankirin ku Steinmeier di ziyareta xwe da digel dorhêlên kar, zanist, huner, wêje, werziş û her wiha nûnerên saziyên civaka sivîl jî bicive.

Her wiha tê pêşbînîkirin ku Steinmeier dê di roja duyem a ziyareta xwe da biçe seredana stargeha erdhejzedeyan û dibistana ku li Entabê Almanyayê piştgirî da çêkirina wê û li vir dê beşdarî pîrozbahiyên 23yê Nîsanê bibe.

Steinmeier dê di 24ê Nîsanê da jî derbasî Enqereyê bibe û ligel Serokomar Recep Tayyip Erdogan bicive û dû ra jî dê Anitkabirê ziyaret bike, çeleng dayne ser mozoleya Ataturk.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.