İbrahim Atmaca
27 Berfanbar 2017•Rojanekirin: 27 Berfanbar 2017
SANTO DOMINGO
Li Komara Domînîkê 12 kes ji ber şeraba sexte mirin.
Rayedaran diyar kir ku li maleke nêzî herêma sînorê Haîtiyê şerabek hat çêkirin û lîkora ku tê da metanol heye tevî şerabê kirin. Cara ewil hefteya borî kesên ku ev şerab vexwarin pê ketin û mirin.
Di cinazeyê van kesan da dîsa heman şerab hat îkramkirin û vê carê jî hin kesên din pê mirin. Rayedaran diyar kir ku bi tevahî 12 kes mirin, 21 kes rakirine nexweşxaneyan.
Wezîrê Tenduristiyê Altagracia Guzman diyar kir ku yekeyên asayîşê li ser bûyerê lêkolînê dikin.
Li Haîtiyê ji qamûşê şekir lîkora sexte tê çêkirin.