Ahmet Aydın
20 Adar 2019•Rojanekirin: 22 Adar 2019
Li bajarên Hewlêr, Silêmanî û Dihokê bi munasebeta Cejna Newrozê çalakiyên curbicur tên lidarxistin.

Çalakiya ku li Parka Şaneder a Hewlêrê seat 18.00ê bi pêxistina agirê Newrozê dest pê kir, Waliyê Hewlêrê Newzad Hadî, hejmarek rayedar û nûnerên welatên biyanî yên li Hewlêrê digel welatiyan beşdarî lê kirin.

Welatî bi cilûberên Kurdî ketin cihê çalakiyan û Walî Newzad Hadî gotarek pêşkêş kir.
Waliyê Hewlêrê Hadî di destpêka axaftinê de Cejna Newrozê li welatiyan pîroz kir hêviyên xwe ji bo aşitî û aramiyê anîn ziman.

Di çarçoveya çalakiyan de cadeyên dewrûberê ji trafîkê re hatin girtin.
- Pîrozbahiyên li Silêmaniyê

Li bajarê Silêmaniyê Cejna Newrozê bi coşî hat pîrozkirin.

Çalakiya ku li Girê Seywana bajarê Silêmaniyê hat lidarxistin, bi pêxistina agirê Newrozê dest pê kir. Welatî bi sitranan beşdarî bernameyê bûn.

- Li Dihokê meşaleyên Newrozê dîmenên xweş çêkirin
Li Akrêya navçeya Duhokê wekî her sal, di çarçoveya çalakiyên pîrozbahiya Newrozê de welatî bi meşaleyên pêxistî bi çiya ve hilkişiyan.
Çalakiyên Pîrozbahiyê yên li Akrêyê gelek eleqe dîtin û hêzên ewlekariyê tedbîr şidandin.
Bi boneya Cejna Newrozê li Herêma Kurdistana Iraqê 4 roj weke tatîla fermî hat ragihandin.