09 Adar 2016•Rojanekirin: 10 Adar 2016
ANKARA
Serokwezîr Ahmet Davutoglu beşdarî Galaya sala 35emîn û Resepsiyona Enqereyê ya Komeleya Veberhênerên Navneteweyî bû û li wir axivî.
Davutoglu got ku armanca wan ew e ku Tirkiye pêşve here û vê pêşveçûyîna xwe biparêze û wiha dewam kir: "Em tu kesî wek sermayeyeke biyanî nabînin. Kî li Tirkiyeyê veberhênanek kiribe ew girîng e. Kî baweriya xwe li vî welatî kiribe û ji kîjan welatî hatibe bila bê welatiyê me yê fahrî ye û ji bo aboriya me girîng û eslî ye."
- "Li tu bajarî wê ji hêzê çekdar re destûr neyê dayîn"
Serokwezîr Davutoglu bal kişande operasyonên li navçeya Sûra Diyarbekirê û wiha axivî: "Îro li Sûrê operasyon qediyan. Înşallah li her derê Tirkiyeyê wê rêzikên dewleta hiqûqê ya demokratîk û pergala kamuyê wê desthilat bibe. Li tu navçeyê, li tu bajarî, li tu kendalê, li tu perava çemekê wê ji tu hêzekî çekdar re destûr neyê dayîn."
- "Kî îstiqrara Tirkiyeyê tehdît bike wê destûr neyê dayîn"
Davutoglu got ku ew ji bo 4 salên li pêş xwe û bi derfetên îstiqrara siyasî ve xebatan dikin û wiha dewam kir: "Em bi tenê di hilbijartinê de serkeftî nebûn. Em li hember terorê ya ku rê li ber îstiqrara siyasî digre jî bicidî têkoşînê didin. Îro li Sûrê operasyon dawî bûn û ez bi vê agahiyê ve hatim li vir. Li Tirkiyeyê kî îstiqrarê tehdît bike, kî dibe bila bibe wê jê re destûr neyê dayîn."
- Muafiyeta Vîzeyê
Der barê muafiyeta vizeyan de jî Davutoglu wiha axivî: "Di meha hezîranê de înşallah wê ji bo vîzeyê muafîyet çêbibe. Ez li vir dixwazim bangî serokên muxalefetê bikim. Verastkirinên qanûnî divê heta 1ê gulanê ji meclisê derbas bin ku bigîhîje meha hezîranê û xebatên li Yekîtiya Ewropayê jî temam bin. Hewcedariya me bi piştgiriya muxalefetê heye. Qet nebe bila li ber me astengiyê dernexin. Bila bi tevgereke astengderxistinê ve meclisê nedin sekinandin ku em van qanûnan derxin."