
ŞANGHAY
Li Çînê Herêma Sîncana Uygur ya Xweser 8 kes hatin kuştin. Hat îdiakirîn wan kesan ku li wilayeta Kaşgarê erîşî li qereqola polêsan kiribûn û hatin kuştin.
Li ser malpera herêmê ya nûçeyên fermî Tienşanê hat îdiakirin, 9 kesan di seat 06.30yî de li bajaroka Şaçi erîşî qereqola polêsan kiriye û tirimbêleke polêsan sotine.
Hat diyarkirin ji ber vê yekê hêzên ewlekariyê gule berdane wan û di encamê de 8 kes hatine kuştin û kesek jî hatiye binçavkirin.
Dîsa hat destnîşankirin ku sedema erîşê û nasnameyên çalakvanan ne diyar e û lêkolîn dewam dike.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.