ENBAR
Rêvebiriya Herêma Kurdistana Iraqa Federal (HKIF) diyar kir ku, ji ber bûyerên li bajarê El-Enbarê bi fikar in û têkoşîna li dijî terorê û daxwazên gel yên ku divê bên guhdarkirin lazim e wek hev neyên dîtin.
Berdevkê HKIFê Sefîn Dizayî ji bo bûyerên li Enbarê daxuyaniyeke nivîskî da û wiha got: "Ji ber bûyerên dawîn yên li Enbarê qewîmin, bi taybetî jî êrîşa li mala parlementer Ehmed el-Alwanî hat kirin û kuştina biyarê wî Elî el-Alwanî bi fikar in. Em ji nêz ve ewlehiya welatiyên xwe yên li wî bajarî û îstiqrara wan dişopînin. Em hêvî dikin ku di demeke kurt de pirsgirêkên li Enbarê dê bi dawî bibin."
Dizayî ji bo ku qrîz bi dawî bibe, çareseriyeke siyasî, diyalogeke bi aştiyane û xweşbînî derkeve holê bangî her aliyî kir û wiha got: "Têkoşîna li dijî terorê û daxwazên gel divê wek hev neyên dîtin. Divê guhdariya van daxwazan bê kirin û çareseriyên guncaw bên dîtin."
Parlementer Ehmed el-Alwaniyê ku di xwepêşanên muxalif yên li dijî Nurî el-Malikî de navekî girîng bû, di roja şemiyê li bajarê Enbarê, di navenda Ramadiyê de li mala xwe hatibû binçavkirin. Dema ku di ser mala Alwanî de girtin û pevçûn çêbibû birayê Alwanî û 5 parêzvanên wî hatibûn kuştin.