QAHÎRE
Li Misrê dijberên derbê ji bo kesên di hefteya bihûrî de çûn rehmetê, xwepêşaneka bi navê "Li hemberî derbê îna Şehîdan" li dar dixin û di 28 mizgeftên Qahîrê de û li qadan dê îro bicivin.
Tevgera ku ji dijberên derbê û piraniya wan ji partiyên Îslamî pêk tên bangewaziya gelê Misrê kir û got ku em gelê Misrê dawetî qadan dikin. Tevgera tifaqa netew ji bo piştgiriya meşruiyetê û redkirina derbê di daxuyaniya xwe de got ku tevgera me ya şoreşê ji tundiyê dûr e û dê bi aramî di rê ya xwe de bimeşe. Em hemî gelê Misrê dawetî qadan dikin. Heta ku em vê derbê hilweşînin, xwepêşanên aştiyane dê bidomin.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku ji bo xwepêşanên li Qahîrê 28 mîzgeft hatine diyarkirin û ji gel hat xwestin ku ji bo ku birêvebiriya derbê hilweşînîn û edaletê pêk bînin, piştî nimêja înê dakevin qadan.