ANKARA
Xwepêşanên li Kîeva paytextê Ukranyayê yên dijî desthilatiyê bûn sedema mirina 28 kesan û di rojeva dinayayê de di rêza yekemîn de cih digre.
Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Laurent Fabîus, Wezîrê Karên Derve yê Almanyayê Frank-Walter Steînmeîer û Wezîrê Karên Derve yê Polonyayê Radoslaw Sîkorskî îro li Kîevê bi Serokê Dewleta Ukranyayê Vîktor Yanukovîç, serokên muxalefetê û berpirsyaran re dê bên li bal hev.
Wezîrên YEyê jî dê li Brukselê bên li bal hevdu da ku der barê Ukranyayê de biryar bidin ka dê ceza bê dayîn an na.
Roja sêşemê li Kîevê nêzîkî parlementoyê pevçûnan dest pê kir û dû re ev pevçûn gihîştin Qada Azadiyê. Di van pevçûnan de herî kêm 28 kes mirin û 400 kes jî birîndar bûn.
Serokê Dewleta Ukranyayê Vîktor Yanukovîç ji bo lihevkirinê cardin bangî muxalefetê kir û duh êvarê bi serokên muxalefetê ve hatin li bal hev. Di hevdîtinan de biryara agirbestê hat dayîn.
Yanukovîç piştî civînê daxuyanî da û diyar kir ku ji bo ku zêde xwîn nerije û li welêt aramî pêk bê hevdîtin dê dest pê bikin. Arseniy Yatsenyûk, Vîtaliy Klîşenko û Oleg Tyaknîbok ên ji muxalefetê beşdarî civînê bûn.
Li bendê ne ku hevdîtinên hikûmet û muxalefetê îro jî dewam bikin.
Gelê îro ji bo kesên ku di xwepêşanên ku ji meha mijdarê pê ve dewam dikin de mirin dê şînê bike.
Yankovîç Serokê Sererkaniyê General Volodîmîr Zamanayê ji wezîfeyê dûr xist, şûna wî amîral Yurîv Îlyîn wezîfedar kir.
- Pevçûnan bala serokên dinyayê jî kişand
Serokomarê Meksîkayê Enrîqûe Pena Nîeto û Serokwezîrê Kanadayê Stephen Harper li Lûtkeya Amerîkaya Bakûr ya ku li Tolûcaya Meksîkayê bi Serokê Amerîkayê Barack Obama ve hatin li bal hev. Serok kêfxweş bûn ku li Ukranyayê biryara agirbestê hat dayîn.
Serokê Dewleta Rûsyayê Vladîmîr Putîn jî bûyerên tundiyê wek bi 'tevgera derbeyê' bi nav kir.