VAN
Serokatiya BDPê ya Wanê, ji bo ku bûyerên li Rojavayê protesto bike ber bi êvarê li ber Mavî Plazaya li Qada Cimhûriyetê kom bû.
Komê xwest ku ji wir heya Kûçeya Sanatê bimeşe. Li ser vê yekê polêsan bergiriyên giran yên ewlehiyê girtin. Polêsan, bi hinceta ku xwepêşan bê destûr e, xwest ku qerebalix belav bibe. Di vê demê de ji nav qerebalixê komekê bi kevir û fîşekên hewayî êrîşî polêsan kir.
Polêsan bi xaza îsotê û ava bi tazyîk mudaxeleyê xwepêşanderan kirin û xwepêşander belavî kolanan bûn.
Xwepêşander, paşî dîsa li Kûçeya Sanatê kom bûn û 3 polês bi kevirên xwepêşanderan birîndar bûn.