Ahmet Karaahmet,Ethem Emre Özcan
03 Sibat 2025•Rojanekirin: 04 Sibat 2025
Li Heleba bajarê Sûriyeyê bi sedan kes kom bûn û êrîşa terorê ya PKK/YPGyê ya bi wesayîta bombebarkirî ya li Minbicê hat kirin protesto kirin.
Gelek sivîlên ku li Qada Sadullah Cabirî ya li navenda bajêr kom bûn li dijî rêxistina terorî PKK/YPGyê xwepêşandan lidarxistin.
Xwepêşandêran pankartên ku bi Îngilîzî û Erebî diruşmên wekî "Bila xwîna zarokan li erdê nemîne", "Li Minbicê xwîn diherike", "Minbic bêdengî tê qetilkirin", "Minbicê xilas bikin" li ser nivîsandî bilind kirin.
Ji niştecihên herêmê Muhammed Abdulkerim ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand ku wan ji bo piştgirîdayîna Minbicê çalakî li dar xistin.
Abdulkerim got ku Minbic tê qetilkirin bi bêdengî û wiha dewam kir:
"Îro serê sibê li ber wesayitekê bombe hat teqandin. Piraniya wan jin û zarok bûn, karkerên çandiniyê bûn."