12 Berfanbar 2015•Rojanekirin: 13 Berfanbar 2015
HELEB
Li Sûriyeyê balafirên şer ên artêşa Rûsyayê li Helebê êrîş birin ser deverên di bin kontrola muxalif û DAEŞa rêxistina terorê de û hat ragihandin ku 41 kes mirin û 65 kes jî birîndar bûn.
Li gor agahiyên ku nûçegihanê AAyê ji rayedarên parastina sivîl ên li Etarîb û Mûncîba navçeyên Helebê hildan balafirên şer ên artêşa Rûsyayê bi bombeya warîlê êrîşî ser navçeya Mûncîbê kir û di encama êrîşê de 15 jê zarok 30 kes mirin û 50 kes jî birîndar bûn. Di êrîşa ku li Etarîba navçeya Helebê hat lidarxistin de jî 11 kes mirin û 15 kes jî birîndar bûn.