Sevim Hatun
29 Mijdar 2016•Rojanekirin: 30 Mijdar 2016
HELEB
Hat ragihandin ku li Heleba ev 95 rojin ji aliyê rejimê ve hatiye dorpêçkirin êrîşên asîmanî hatin lidarxistin, di êrîşan de 30 kes mirin, 250 kes birîndar bûn.
Ji rayedarên parastina sivîl ên li Helebê Bîbers Mîşal ji nûçegihanê AAyê re wiha daxuyand: "Balafirên şer ên Rûsya û rejimê, li Helebê cih û warên di destê muxalifan de bombardûman kirin. Di êrîşan de 30 sivîl mirin, 250 kes birîndar bûn."
Mîşal got ku herî zêde herêma Şear, Tarîk El Bab, Fîrdevs, Maadî, Katircî, Ensarî û Sukkeriyê hatin bombardûman kirin û wiha dewam kir:
"Ji danê sibê vir ve Rûsya û rejim êrîşên asîmanî li dar dixe, hejmara êrîşan 200î derbas kir. Ji ber bombardûmanê em nikarin xwe bigihînin herêmên bûyerê. Miletê herêmê ji ber êrîşan malê xwe diterikînin. Birîndaran bi eerebeyên desta digihînin nexweşxaneyan. Hewl didin ên di bin enqazê de derxin."