Ahmet Karaahmet,Mehmet Burak Karacaoğlu,Şilan Turp
06 Rêbendan 2025•Rojanekirin: 07 Rêbendan 2025
Li gundê Nakkarînê yê girêdayî Heleba bajarê Sûriyeyê goreke komî ya tê texmînkirin ku tê da cesedên sivîlên ku ji aliyê rejîma Beşar Esed va hatine kuştin hene, hat dîtin.
Piştî têkçûna rejîma Beasê di xebatên lêgerînê yên li seranserê welêt da gorên komî tên dîtin.
Hêzên ewlehiyê yên Helebê li gundê Nakkarînê yê Helebê goreke komî tesbît kirin.
Bermayiyên cesedên sivîlên ku tê texmînkirin ji aliyê rejîma têkçûyî va hatine kuştin ji gorê hatin derxistin.
Hat dîyarkirin ku di gorê da cesedê qasî 1500 kesî heye.
Ajansa Nûçeyan a Sûriyeyê (SANA) di 29ê Çileya Pêşîn da ragihandibû ku li dora herêma Holayê ya bajarê Humsê goreke komî ya tê texmînkirin ku aîdê sivîlên ji aliyê rêjîma Esed va hatine kuştin, hat dîtin.

- Li Sûriyeyê bi dehan gorên komî hene
Tê texmînkirin ku li Sûriyeyê gelek gorên komî hene ku hê nehatine dîtin.
Armanc ew e ku nasnameya cinazeyên ku ji gorên komî hatine derxistin bên tesbîtkirin û aqûbeta kesên winda bê eşkerekirin