07 Sibat 2017•Rojanekirin: 07 Sibat 2017
NETEWEYÊN YEKBÛYÎ
Berdevkê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyiyê Stephane Dujarric daxuyand ku li Heleb û derdorên wê nêzî milyonek û 800 kes niha bêav mane û ji ber vê rewşê di endîşeyê de ne.
Dujarric daxuyaniyek da rojnamevanan û got ku NY ji gelê Helebê re ji 14yê Çileyê heta niha bi tankeran arîkariya avê didin.
Dujarric wiha axivî:
"Me ji wan re tankerên avê û sotemenî şandin. Tişta ji destê me tê em dikin. NY û hin saziyên arikariyê duh ji bo 84 hezar kesan melzemeyên tenduristiyê û xwarinê şandin bajarê Telbîsehê. Niha li wê derê di herêmên zehmet û rênexweş de 4 milyon û 72 hezar kes dijîn. 643 hezar û 780 kes jî li cihên ku hatine dorpeçkirin dijîn."