Dinya

Li Fransayê 7 kesên amadekariya êrîşa terorê dikirin hatin binçavkirin

Hat ragihandin li bajarê Brest ê Fransayê 7 kesên amadekariya êrîşa terorê dikirin hatin binçavkirin.

Önder Beyter  | 21.01.2020 - Rojanekırın : 23.01.2020
Li Fransayê 7 kesên amadekariya êrîşa terorê dikirin hatin binçavkirin

Ile-de-France

 Li gorî nûçeyên çapemeniya Fransî, li bajarê Brestê 7 berşikên di navbera 28 û 38 saliyê da ku amadekariya êrîşa terorê dikirin, bi destê Şaxa Îstixbarata Navxweyî hatin binçavkirin.

Herwiha hat destnîşankirin, berşikên navborî ku di çarçoveya lêpirsîneke ku hatiye vekirin da hatin binçavkirin, di heman demê da plan dikirin ku biçin Iraq û Sûriyeyê.

Li Brestê 27ê Hezîrana 2019an li ber mizgeftekê gule hatibûn agirkirin û di encamê da yek jê mele, 2 kes birîndar bûbûn.



Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.