Türkan Tosun
07 Sibat 2021•Rojanekirin: 08 Sibat 2021
Li Davaoya eyalatea Filîpînan bi lerza 6,3yan erdhej çêbû.
Li gor daxuyaniya Enstîtûya Volkan û Zanista Erdhejê ya Filipînan erdheja ku navenda wê Magsaysay e bi saeta herêmî di saet 12.22yan da 15 kîlomêtro di binê erdê da çêbû.
Li bajarên Bansalan, Kidapawan û Digosê yên girêdayî eyaletê jî gel bi erdhejê hesiya.
Di erdhejê da tu kes nemir û hişyariya tsunamiyê jî nehat dayîn.