Elif Irmak
07 Îlon 2020•Rojanekirin: 08 Îlon 2020
Li başûrê Filîpînê bi lerza 6,3yan erdhej çêbû.
Navenda Lêkolînên Jeolojîk ê Amerîkayê eşkere kir ku navenda erdheja ku bi lerza 6,3yan li Filîpînê çêbû 18 kîlomêtro rojhilatê Talagutongê li Girava Mîndanaoyê ye.
Di erdheja ku biqasî 120 kîlomêtro bin erdê çêbû da li gor tesbîtên ewil tiştek bi tu kesî nehat.