Haydar Şahin
06 Cotmeh 2018•Rojanekirin: 07 Cotmeh 2018
AZEZ
Li Ezaza navçeya li bakurê Sûriyeyê li îstasyona sotemeniyê ji ber sedemeke hê nayê zanîn teqîn çêbû.
Li herêma wekî ciyê pîşesaziyê tê zanîn a li Ezaza di destê mixalifan da ye teqîn çêbû, di teqînê da 3 sivîl mirin û 25 kes jî birîndar bûn.
Li gor agahiyên nûçegihanê AAyê yê li herêmê da, ji ber mezinahiya teqînê li der û dora herêmê zirareke mezin çêbû, hin wesayît şewitîn.
Warêlên benzînê yên li îstasyonê bi tesîra germahiyê li pey hev teqiyan. Benzîna li der û dorê belav bû jî bû sedema şewitîna gelek wesayîtan.
Hêzên ewlekariyê li herêmê tevdîrên ewlehiyê hildan, ekîbên Alîkariya Acil a ÎHHya Weqfa Alîkariya Mirovahî û yên Parastina Sivîlan (Kumspî) dest bi xebatên temirandina şewatê û rakirina enqazê kirin.
Kesên birîndar rakirin nexweşxaneyên li dorberê, birîndarên rewşa wan giran in jî neqlî Nexweşxaneya Dewletê ya Kilîsê kirin.
Ditirsin ku hejmara miriyan zêde bibe.