Sevim Hatun
22 Mijdar 2017•Rojanekirin: 23 Mijdar 2017
ERZURUM
Li Erziroma ku lê berf dibare "tîmên berfê" yên Şaredariya Mezin a Erziromê ji bo di çûnûhatinê de astengî çênebe xebatên paqijkirina berfê didomînin.
Li gor daxuyaniya nivîskî ya Şaredariya Mezin a Erziromê, li herêmê ji duh êvarê ve berf dibare, herwiha "tîmên berfê" yên şaredariyê ji bo di çûnûhatinê de astengî çênebe xebatên paqijkirina berfê didomînin.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ekîbên berfpaqijkirinê her tim amade ne.