EKÎP
22 Mijdar 2017•Rojanekirin: 22 Mijdar 2017
PEKÎN
Wezareta Karên Derva ya Çînê ji bo zexta ku Amerîka tîne serê Koreya Bakur û hin saziyên Çînê bertek nîşan da û got "ev şaş e".
Lu Kangê Berdevkê Wezaretê di civîna çapemeniyê ya li Pekînê da diyar kir ku li dijî vê zexta ku Amerîka tîne serê Koreya Bakur derdikevin.
Luyê Berdevk destnîşan kir ku piştgiriyê didin biryara zextê ya ku Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên yekbûyî biryar da û biryarê pêk tînin û got, "Ez dixwazin carekê dîsa bêjim. Li gor qanûnên navxweyî yên welatekê ji bo Koreya Bakur zextê tînin serê sazî û kesên ji Çînê, em li dijî vê derdikevin. Lewra ev şaş e."
Lu got ku der barê saziyên ji Çînê yên ku lê zext tê kirin da lêkolînê dikin, heke ev saziyan qanûnên Çînê îxlal bikin, berpirsyariya navneteweyî îxlal bikin çi hewce bike ew ê bikin.
Berdevkê Wezareta Karên Derva ji DYAyê xwest ku du destê wan da delîlên îxlalê nîşan didin heke hebin jî bira bi rêveberiya Pekînê ra pare veke.
Wezareta Darayiyê ya Amerîkayê ji bona karên ticarî yên Koreya Bakur kêm bike ragihandibû kesek 3 jê fîrmayên Çînê der barê 13 şirket û 20 keştiyan da biryara sepandinê hildaye. Hatibû diyarkirin ji bona fînansmana nemeşrû ya bernameyên nukleerê yên Koreya Bakur bibire biryareke wiha dane.
Donald Trumpê Serokê Amerîkayê di daxuyaniya xwe ya berê da destnîşan kiribû Koreya Bakur hildane lîsteya "dewletên piştigiriyê didin terorê."