02 Rêbendan 2016•Rojanekirin: 03 Rêbendan 2016
RIYAD
Rêvebiriya Erebistana Siûdî ragihand ku biryara dardakirinê ya der heqê 47 kesên ku Ayetullah Nemr Baqir en-Nemrê alimê şiî yê welatiyê Erebistana Siûdî jî di nav da ye bû îro hat înfazkirin.
Li gor nûçeya SPAya ajansa nûçeyan a fermî ya Erebistana Siûdî ku spart daxuyaniya nivîskî ya Wezareta Karên Navxweyî biryara dardakirinê ya der heqê 47 kesên ku 45 kes jê welatiyên Erebistana Siûdî ne, yek jê welatiyê Misrê û yek jî welatiyê Çadê ye bi îro hat înfazkirin.
Mehkûmên hatin dardakirin bi hinceta ku endamên rêxistinên wek El Qaîde û DAEŞê ne û di çarçoveya endamên rêxistina terorê ne de hatibûn darizandin. Di nav kesên hatin dardakirin de navê Şêx Silêman Ûlwanê ji ber ku muxalifê rêveberiya Riyadê ye û hatiye girtin cih negirt lewra "El Qaîdeya li Nîvgirava Ereban" daxuyanî da bû û gef xwaribû ku heke Ûlwan û muxalifên din ên di girtîgehan de bên dardakirin wê demê yê hin çalakiyên tundiyê li dar bixin.
Kesên ku hatin dardekirin ev in:
"Ayetullah Nemr Baqir en-Nemr, Emîn Mihemed Ebdillah Al-Akala, Enwer Ebdirehman Xelîl en-Neccar, Bedr Bîn Mihemed bîn Ebdillah el-Bedr, Bender Mihemed bîn Ebdirehman el-Xays, Hesen Ahdî bîn Şûca el-Masarîr, Hemd bîn Ebdillah bîn Îbrahîm el-Hemîdî, Xalid Mihemed Îbrahîm el-Carallah, Riza Ebdirehman Xelîl el-Neccar, Sad Selame Harîr, Salah bîn Saîd bîn Ebdirehîm el-Neccar, Salah bîn Ebdirehman bîn Mihemed Al Hiseyn, Salih bîn Evdirehman bîn Îbrahîm eş-Şemsan, Salih bîn Elî bîn Salih el-Cûma, Adil bîn Sad bîn Ceza ed-Debîtî, Adil Mihemed Salîm Ebdillah Yemanî, Ebdilcebar bîn Hamûd bîn Ebdilezîz Et-Tûweycîrî, Evdirehman Dexîl Falih el-Falih, Ebdilah Sayîr Mûawwad Mesad el-Mahmedî, Ebdillah bîn Sad bîn Mezher Şerîf, Ebdillah Salih Ebdilezîz el-Ensarî, Ebdillah Ebdilezîz Ehmed el-Mekrûn, Ebdilah Muslim Hamîd er-Rûheyf, Ebdillah bîn. Mûallabîn Alaye, Evdilezîz Reşîd bîn Hamdan et-Tûveyla, Evdilmûshîn Hamed bîn Ebdillah el-Yahya, Asim Xalef Mihemed el-Mezraa, Elî Seîd Ebdillah Al Rabîh, Gazî Muhsin Raşîd, Farîs Ehmed Cûm’an Al Şûweyl, Mihemed Ebdilezîz Mihemed el-Mûharîb, Fîkrî Elî bîn Yahya Fakîh, Fahd bîn Ehmed Ehmed bîn Haneş Al Zamel, Fahd Ebdirehman Ehmed el-Bûreydî, Macîd Îbrahîm Elî el-Mûxeynîm, Macîd Mûîz Raşîd, Meş’al bîn Hamûd bîn Cûweyr el-Ferrac, Mihemed Elî Ebdilkerîm Sûweymîl, Mihemed bîn Faysal bîn Mihemed eş-Şûyûh, Mûîz Mefrûh Elî Al Şûkr, Nasir Elî Ayaz Al Cîbran, Nayîf Saad Ebdillah el-Bûreydî, Necîb bîn Ebdilezîz bîn Ebdillah el-Bûheycî, Nemr Sehac Zeyd el-Qûreyzî, Mihemed Fethî Ebdillahtî (welatiyê Misrê), Mistefa Mihemed et-Tahîr Ebkar (welatiyê Çadê).
Nemr Baqir en-Nemrê alimê şiî yê welatiyê Erebistana Siûdî yê ku di nav kesên hatin dardakirin de cih digire di çalakiyên ku di sala 2011yî de li Bahreynê û di heman demê de li bajarê Katîfê dijî rêveberiyê hatibûn lidarxistin de serî kişandibû. Di sala 2012an de jî bi hinceta ku gel teşwîqî protestoyê kiriye, fitne derxistiye, li hemberî hêzên ewlehiyê derketiye hatibû girtin.
Ji bo Nemrê ku di 15 cotmeha 2014an de li dadgeha cezayê hat darizandin cezayê dardekirinê hat dayîn û biryar ji hêla Daraza Biliind ve di 25ê cotmehê de hatibû erêkirin.
Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Îranê Emîr Ebdillahhiyan jî bertek nîşanî biryara erêkirinê dabû û gotibû "Dardekirina Şêx Nemr wê ji bo Erebistana Siûdî bibe barekî giran."