Murat Karadağ
03 Tîrmeh 2023•Rojanekirin: 04 Tîrmeh 2023
Li eyaleta Papuaya Rojava ya Endonezyayê bi mezinahiya 5,4an erdhej çêbû.
Navenda Lêkolîna Jeolojîk a Amerîkayê (USGS) eşkere kir, navenda lerza mezinahî 5,4, 135 kîlometre rojavayê başûrê herêma Abepurayê ye.
Di erdheja 13 kîlometre di kûrahiyê da çêbû da li gorî encamên destpêkê ziyaneke canî û madî çênebû.
Saziya Meteorolojî, Avûhewa û Jeofîzîkê ya Endonezyayê jî mezinahiya erdhejê wekî 6,4an ragihand.