22 Adar 2017•Rojanekirin: 22 Adar 2017
CAKARTA
Li girava Baliya Endonezyayê bi lerza 6.4 erdhej çêbû.
Ajansa Meteorolojî, Klîmatolojî û Jeofîzîka Endonezyayê (BMKG), ragihand ku navenda erdhejê bajarê Denpasara paytextê eyaleta Baliyê ye. Erdhej li 23 kîlometre başûrê rojhilat û di 117 kîlometre binê erdê de çêbû.
Li gorî agahiyên ewil di erdhejê de mirî an birîndar tunene. Herwiha alarma Tsunamiyê hat dayîn.