Berdevkê Ajansa Revebiriya Afatê ya Neteweyî Sutopo Pûrwo Nûgroho diyar kir ku li paytexta Jayapûraya eyaleta Papûayê, li sê herêman hezaz çêbû. Ji ber hezazê du kes winda bûn.
Nûgroho got ku baranê şeva şemiyê dest pê kir û bê navber dewam kir. Nûgroho diyar kir ku piştî baranê lehî rabû û ava sê çeman gur bû. Piştî lehiyê ava sê çeman li ser re avêt û avahî û kargeh di bin avê de man.
Li Endonezyaya ku qasî 17 hezar giravan pêk tê, ji ber baranên demsalê her sal ji ber hezaz û lêhiyan xisarê dibîne.